Karmendên tenduristiyê 2 rojan dest ji kar berdidin

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Yekîtî û Têkoşîna Tenduristî û Xizmeta Civakî (SABIM) ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafên bijîşkan û kedkarên tenduristiyê du rojan dest ji kar berdidin. Dê karmendên beşên hewarçûnê li ser kar bimînin.

19 saziyên civaka sivîl ên ku di warê tenduristiyê de dixebitin û li ser Platforma Yekîtî û Têkoşîna Tenduristî û Xizmeta Civakî ne, di daxuyaniyekê de ragihandin ku bijîşk û karmendên tenduristiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 2 rojan dest ji kar berdin.

Derbarê vê çalakiyê de SABIMê ragihand ku bi deh hezaran bijîşk, bi sed hezaran perestar û karmendên tenduristiyê yên ku SABIM nûnertiya wan dike dê 1-2ê Tebaxê dest ji kar berdin û dê tenê beşên hewarçûnê li ser kar bimînin.

Li gor daxuyaniyê, bijîşk û karmendên tenduristiyê di wê çalakiyê de dê daxwaza van mafan bikin:

“Parastina bijîşkan ji tûndûtîjiyê, wergirtina heqdest û mafê westana xwe, parastina mafên bijîşk û karmendên tenduristiyê, sererastkirina şert û mercên karkirinê û rêzgirtina li wê pîşeyê.”

Herweha SABIMê ji hemû aliyan xwest ku piştgiriyê bidine çalakiya wan.