BAŞÛRÊ KURDISTAN – Herî zêde li kîjan bajarî cigarekêş hene?

Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî anketekî Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê, li 4 parêzgehên Başûrê Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Helebce û Duhokê) herî zêde li Duhokê û herî kêm jî li Silêmaniyê cigare tê kişandin.

 

Piraniya welatên cîhanê, di roja “Tekoşîna li hember cigarekêşanê” de (31ê Gulan), rêşûnên xwe yên li hember cigarekişandinê eşkere dikin. Herwiha encamên siyaseta xwe ya ji bo rêgirîkirina kişandina cigareyan  eşkere dikin.

 

Lê li Başûrê Kurdistanê, ji bilî hinek semîner, yasa û rênimayên liser kaxezan, destkeftekî berçav nîne ku bi amar biselmîne kişandina cigare kêm bûye.

 

Li gorî dûvçûnên dûvçûnên Rûdawê, li Herêma Kurdistanê her meh 250 hezar karton cigare tê hawirdekirin, ku ji sedî 50 vê li navxwe tê bikaranîn. Li gorî datayan jî her meh 1.25 milyar cigare tê firotin û rojane 22.4 milyon cigare tê kişandin.

 

Herwiha her sal bi buhayê 500 milyar dînar bazirganiya cigareyan tê kirin û ji sedî 7ê vê rêjeyê jî ji kelûpelên Kurdistanê tê berhemanîn.

 

Beriya niha bazirganekî cigareyan ji Rûdawê re gotibû: “Li Kurdistanê ti tiştek pêşiya bazirganiya cigare nagre. Li welatên din bazirganiya cigare bi rêya kompanyayên diyar tê kirin lê li Kurdistanê hemû kes dikare bazirganiya tutin û cigare bike. Li welatên din kompanya bacê didin dewletê, lê li Kurdistanê tenê gumrigekî remzî û sembolîk heye. Li ti deverê cîhanê cigare bi qasî ya Kurdistanê ne erzxan e. Him baca wî kêm e, him qaçaxçiyên wî zêde ne û him jî sansûreke zêde nîne.”

 

Weke ku ew bazirgan dibêje, li serê kartona cigarê gumrig tenê 30 hezar dînaran li sînorê Kurdistanê werdigre lê dema diçe Bexdayê, baca her karonî 90 hezar dînar e.

 

 Herî zêde Duhok cigare dikişe

 

Li gorî amarên ku Rûdawê ji Wezareta Tendurustiyê wergirtine, rêjeya cigarekişandinê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, ji ya welatên cîhanê bilindtir e.

 

Berdevkê Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji Rûdawê re ragihand, liser astê cîhanê ji sedî 21ê mirovan cigarekêşin û pêve girêdayî ne. Lê li gorî anketên Wezareta Tendurustiya Iraq û Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Amerîka, zanîngehên Necef û Bexdayê, li Kurdistanê û Iraqê ev rêje digihe ji sedî 23.4î.

 

Dr. Xalis Qadir diyar kir, ku li gorî heman anketê herî zêde cigarekêş li Duhokê ne û herî kêm jî li Silêmaniyê.

 

Her hefte 200 kes ji cigarê dimrin

 

Malpera datayên cîhanî ya Tobaco Atlas, ku amarên derbarê cigareyan de belav dike, dibêje, “Iraqî qurbaniyên diyar ên cigarekişanê ne.”

 

Li gorî amarên vê malperê li Iraqê ji sedî 1.9ê mirina zilaman û herwiha ji sedî 1.5ê mirina jinan jiber cigarê ye.

 

Tobaco Atlas diyar dike, ku berawirdê welatên din, hejmara kesên cigare dikişin li Iraqê zêdetir e. Di datayên vê malperê de tê gotin, ku her hefte 200 kes (121 zilam û 79 jin) li Iraqê jiber kişandina cigare dimrin.

 

Yasa.. Hubra ser kaxiz

 

Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê dide xuyakirin, ku wan ji bo tekoşîna li dijî cigarekişandinê, di sala 2014ê de rênimayek pêşkeşî Civata Wezîran kiriye û li hêviyê ne ev yek ligel wezaretên pêwendîdar were gengeşekirin û bikeve kar.

 

Dr. xalis dibêje: “Ev rênimayî wihaye; zêdekirina baca ser bazirganiya cigar eû tutinê. Li ser pakêtên cigareyan, bi kurdî nivîsandina zirar û ziyanên wê. Standartkirina pakêtên cigareyê da ku cigare balkêş nebe. Di sala 2017ê de ev rênima hate pesendkirin lê niha di destê komîteyekî de ye, ku li ser kar bike.”

 

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2007ê de, bi yasaya jimare 31, li cihên giştî kişandina cigareyan qedexe kir û ceza ji bo vê yekê diyar kir. Lê Berdevkê Wezareta Tendurustiyê dibêje, wî nebihîstiye, ku heta niha ti kes liser vî yasayî hatibe cezakirin.

 

Stratejiyekî nîştîmanî pêwîst e

 

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Ebdulfettah Hewramî jî dibêje, ji bo tekoşîna li dijî cigareyê stratejiyeke nîştanî û berfereh pêwîst e.

 

Hewramî dibêje: “Li hemû welatan ji bo tekoşîna li dijî kişandina cigareyê acendayekî berfereh heye. Divê berpirs û diyestmedarên me jî bi hûrgûlî fêm projeyekî darêjin û ji hemû aliyan ve li dijî cigarekişandinê bin. Divê baca liser cigareyê were zêdekirin, navendên şêwir û lêkolînê werin vekirin, herwiha navend werin avakirin da ku alîkariyê bidin hemwelatiyan da ku dest ji kişandina cigareyê berdin.”