Li Silêmaniyê hejmara kesên bi AIDS hate ragihandin

Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, di 9 salên derbasbûyî de 7 nexweşên AIDSê hatine tomarkirin û niha li cem wan çareseriyê werdigrin.

 

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed ragihand, ku ji bilî van 7 kesan, li Silêmaniyê 54 haletên din ên AIDSê hatine tomar kirin, ku kesên biyanî bûne û piştî hatine destnîşankirin jî ew kes vegerandine welatên wan.

 

Dr. Mîran Mihemed da zanîn, ku wan plana kontrolkirina vê nexweşiyê cîbicî kirine û niha li Silêmaniyê beşeke taybet ji bo AIDSê vekirine. Bi rêya vê navendê jî çavdêriya berber, navendên masajê dikin û herwiha pişkînîna xwîna hemû xwînbexşan dikin, beriya neştergeriyan li nexweşan û beriya zewacê jî li ser hevjînan testa AIDSê dikin.

 

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê got, ku ji bilî pişkînînên pêşwext, wan sîstemeke hişyariyê jî xistine nav bernemaya xwendinê.

 

Herwiha ji bo cara yekemîn, navendeke pêşxistinê vekirine da ku li ser nexweşiya AIDS, nexweşiyên jinan û çawaniya peywendiyên jin û zilaman, waneyan bide.

 

Nexweşiya AIDS ji ber vîrûsa HIV tûşê mirov dibe û ev yek berevaniya leşê mirovan qels dike û sîstema berevaniyêd diguhere. Dibe sedem, ku mirov nexweşiyênd in ên veguhez bigre.

 

Nexweşiyeke veguhêz e û bi gelek rêyan derbasî mirovan dibe.