Kongreya Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê: ‘Bijîşk qedr û qîmetê nabînin!’

Enqere (Rûdaw) - Koça bijîşk û peresteran a ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ber bi Ewropayê ve berdewam e.

Li gorî amarên Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê sala 2023yan 3 hezar û 25 bijîşkan daxwaza çûyîna Ewropa kiriye ku ev amar sala 2022yan 2 hezar û 685 bû.

Komeleya Perestaran (Hemşîre) jî ragihand ku ji sedî 76,3yê peresteran dixwazin biçin Ewropayê.

Birêvebirê şaxa Mêrsînê ya Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê Dr. Mustafa Selvî got:

“Em wekî sendîkayeke karmendên tenduristiyê dibînin ku roj bi roj rewş xirabtir dibe.

Bi taybetî rewşa karmendên tenduristiyê xirabtir dibe.

Meaşên me di bin asta hejariyê de ne. Mixabin em di bin şert û zextên giran de dixebitin.

Bi taybetî bijîşk wekî rêya çareseriyê berê xwe didin Ewropayê.”

Li gorî sendîkayên karmendên tenduristiyê sedema sereke ya koça bijîşkan şertên kar ên xirab û meaşên kêm e.

“Bijîşkên me qedr û qîmetê nabînin”

Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê li Enqereyê kongreya xwe li dar xist û raporek pêşkêş kir.

Bijîşkê Nexweşxaneya GATAyê û Endamê Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê Dr. Erdogan Kose jî anî ziman:

“Di sektora tenduristiyê de wekî berê hîn jî gelek pirsgirêkên me yên cidî hene.

Di mijara meaşan û demên dirêj ên xebatê de pirsgirêkên me hene.

Hejmara karmendan kêm e. Mixabin bijîşkên me li welatê xwe qedr û qîmetê nabînin.

Hem meaş kêm e hem jî tundûtûjî heye, ew jî neçar dibin ku ji welatê xwe birevin.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her 100 hezar kesî 228 bijîşk û 356 perestar ber dikevin.

Bi van amaran jî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 38 welatên endamê OECDê de di rêza dawiyê de ye.