Zewac çi bandorê li tendurustiya mirovan dike?

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartina jiyana hevjîniyê ji gelek aliyan ve, bi erênî û nerênî bandorê li tendurustiya mirovan dike. Bi taybetî ji ji aliyê şêwazê jiyanê, xwarinê û curê werzîşê ve.

 

Pêwendiyeke baş a jiyana dildarî û zewcê, him dilê mirovan xweş dike û him jî mirovan bi tendurust dike. Xewekî baştir û xwarineke guncawtir pêşkeşî mirovan dike, dihêle mirov ji tiştên zirarmend dûr bikeve.

 

Berovajiyê vê, dûrketina ji jiyana civakî, dibe sedema xemxariyê û herwiha metirsiya mirina pêşwext jî zêde dike.  

 

1 – Bandorêke erênî li ser tendurustiya mirov dike

 

Lêkolerên Zanîngeka Colorado ya Amerîkî, zanîngehên Bulder û Heyfa ya Îsraîlê eşkere dikin, ku dema du kesên ji hev hez dikin, destên hev digrin, lêdana dilê wan û nefesa wan weke hev dibe û êş, jan û barê jiyana wan  kêmtir dike. Herwiha eşkere bûye, ku ew kesên bi hevre dijîn, hewldidin weke hev reftarê bikin, bibin xwedan jiyaneke tendurust.

 

Serpereştê lêkolînê Pavel Golstîn dibêje, pêwendiya dostane ya herdu kesan çiqas baş be, bandora ser tendurustiya wan jî ew hinde zêdetir dibe.

 

2-  Ji bo gihiştina armancên tendurustiyê, alîkarî dide mirov

 

2- Pizîşkên Navenda Lêkolînên Penceşêrê yên Londonê û Desteya Pîşkînîna Dil ê brîtanî dibêjin, “Eger dixwazî ji xirabiyekê dûr bikevî, divê hevjîna xwe jî beşdarî biryara xwe bikî. Ji ber ku du kes ji kesekê serkeftîtir dibe.”

 

Lêkolîn jî eşkere dikin, ku dema hevjînan alîkarî daye, ji sedî 50 ya jinan karîne bi rehetî biryar bidin û dest ji cixarê kişandinê berdin. Lê tenê ji sedî 17ê kesên bi tenê kar^ne serkeftî bin.

 

Wate di jiyana hevjîniyê de, bi alîkariya hevjîna xwe, mirov dikare bi baştir biryaran li ser kêşeyên tendurustiyê bide.

 

3- Alîkarî dide xwezeîfkirina mirov

 

Li gorî lêkolînerên Zanîngeya John Hopkins, hewldanên xwe zeîfkirinê û rizgarbûna ji qelewiyê, li gel hevjînan hêsantir  û serkeftîtir e.

 

Dr. Lawra Kob di vê derbarê de dibêje, piraniya wan kesên ku bi rêkûpêkî werzîşê nakin, dema hevjîna wan dest bi werzîşê dike, ew jî beşdar dibin û hewldidin tendurustiya wan baş be.

 

4- Leş û û derûnê mirov diparêze

 

Pizîşkên Zanîngeha Cardif a brîtanî dibêjin, pêwendiyên demdirêj ên hevjîniyê, ji bo derûn û tendurustiya mirovan pir giring e. Pizîşk diyar dikin, ew kesên zewicîne temenê wan dirêjtir e û derûnên wan jî asûde û aram e.

 

5- Metrisiya nexweşiyan kêm dike

 

Pizîşkên Zanîngeha Michigan a amerîkî jî destnîşan dikin, kesên xwedî jiyaneke xweş a hevjîniyê ne, pir kêmtir nexweşiya şekirê digrin û dema vê nexwşiyê digrin jî zûtir tên çareserkirin.

 

Li gorî pizîşkên vê zanîngehê, hevjîn kêmtir nexweşiyên demdirêj digrin.