Li maleke kal û pîran li Dîlokê 12 kes bi koronayê ketin

29-07-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya bakurê Kudistanê 12 kes li mala kalûpîran bi veyrûsa Corona ketin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navçeya Nizip a Dîlokê 12 kes li maleke kal û pîran bi vîrusa COVID- 19 ketine, ku 8 kes ji wan metirsî li ser jiyana wan heye û pirsgirêkên tendirûstî ji wan re derketine.

Ew kesên pêketî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û niha ew 8 kesên ku rewşa wan a tendirustiyê xirab e di bin çavdêriya pizîşkan de ne.

Piştî ku li wê mala kal û pîran ew kes bi Koronayê ketin, karê paqijkirin û dezenfektekirina malê dest pê kiriye.

Li gorî amarên nû, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 963 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê, Fahrettin Koca ragihandiye ku herî dawî 1092 nexweşên Koronayê rewşa wan baş bûye û ji nexweşxaneyan bo mal hatine şandin, ku bi vî awayî hejmara başbûyan gihiştiye 211 hezar û 561 kesan.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 227 hezar û 982 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û ji wê hejmarê jî 5 hezar û 645 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor daxuyaniya Fahrettin Koca, ji destpêkê ve heta niha 4 milyon û 665 hezar û 383 pişkinînên koronayê li Tirkiyê hatine kirin.

Koca diyar jî kir, ku li Tirkiyê niha 403 nexweşên COVID-19 di bin çavdêriya hûr de ne û rewşa wan dijwar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst