Pêketina bi vîrûsa HIVê 4 qatan zêde bûye

29-02-2024
RÛDAW
Nîşan HIV AIDS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera CHPyê Gamze Akkuş Îlgezdiyê ragihand li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de rêjeya pêketina bi vîrûsa HIVê bi navek din AIDSê  4 qatan zêde bûye.

Parlamentera Partiya Gel a Komarî  (CHP) Gamze Akkuş Îlgezdiyê derbarê rêjeya pêketina bi vîrûsa HIVê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Gamze Akkuş Îlgezdiyê eşkere kir ku li Tirkiyeyê haletên pêketina bi vîrûsa AIDSê di 10 salên dawî de 4 qatan zêde bûye û got:

“Di nave nexweşên ku ji ber giliyên cûda diçin nexweşxaneyan de her hefte yek-du pêketiyên vîrûsa HIVê derdikevin.

Nexweşên ku ji ber nexweşiyên din diçin nexweşxsaneyê dizanin ku bi enfeksiyona HIVê ketine.

Karmendên tenduristiyê yên li wan beşên nexweşxaneyan jî di bin metirsiyeke mezin de ne.

Gelek kes hene ku nizanin bi wê enfeksiyonê ketine û wê di nav xelkê de belav dikin.”

Gamze Akkuş Îlgezdiyê amaje bi wê yekê da ku piraniya ew kesên ku bi vîrûsa AIDSê dikevin 25 salî heta 34 salî ne.

HIV di nav zarokan de jî zêde dibe

Parlamentera CHPê herwiha got:

“Mixabin li welatê me li gel zêdebûna bikaranîna maddeyên hişbir û bi daketina temenê bikaranîna maddeyên hişbir, di nav zarokên 13 heta 18 saliyê de jî HIV zêde dibe.

Di demekê de ku cîhan derbarê HIVê de bi dayîna zanyariyan, belavbûna enfeksiyonê bi awayekî ciddî kêm kiriye lê li welatê me ev rêje bi awayekî ciddî zêde dibe.”

Metirsi li ser jiyana mirovan heye

Gamze Akkuş Îlgezdiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî amarên sala 2023yan li Tirkiyeyê herî kêm 36 hezar û 600 kes bi vîrûsa HIVê ketine û wiha domand:

“HIV enfeksiyonek wiha ye ku 10 salan bêyî ku giliyek jê bê kirin an jî hest pê bê kirin mirov dikarin bi awayekî asayî li ser jiyana xwe berdewam bin.

Lê di demekê de ku wiha berdewam dike sîstema berevaniya laş jî têk dide.

Eger 10 sal bi ser nexweşiya HIVÊ re deder bibe, vegera nexweş pir zehmet dibe.

Mirov ji ber tirsa cihêkirin û navlêkirinê, testan nakin. Divê navendên anonîm ên testê hebin daku welatî xwe bi asanî bigihînin wan.”

AIDS çi ye?

Vîrûsa  AIDSê di salên 1980an de derketiye holê û nayê dermankirin. 

Ew vîrûs êrişî pergala berevaniya laş dike û bergiriya mirov qels û lawaz dixe. 

Virûsûsa AIDSê dikeve nava şaneyên berevaniyê û li wir zêde dibe.

Elametên nexweşiyê bi gelemperî çend salan şûn de, dema ku pergala berevaniya laş qels dibe derdikevin holê.

Piştre jî bi pêketina nexweşiyê enfeksîyona di nav laş de zêdetir dibe. HIV bi xwînê, bi sperman û bi têkiliya zayendî derbasî mirovan dibe.

Tu çawa dikarî xwe jê biparêzî?

Ji ber ku hîn jç çareseriyek bi bandor jê re nehatiye dîtin û dermankirin, elametên wê dereng derdikevin holê. 

Xweparastina ji vê vîrûsê bi rê û rêbazên cûda, di vê nexweşiyê de gelekî girîng e.

Mirov bi rêya  kondomê dikare xwe ji vê nexweşiyê biparêze.

Herwiha divê bi ti awayî temes bi xwîna kesê ku bi wê virûsê ketiye neyê kirin.

Mirov, bi vî awayî xwe diparêze û nahêle vîrûs derbasî laşê wî/wê bibe.

40 milyon kes bi HIVê ketine

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) sala 2005an 3,1 mîlyon kes, ji ber nexweşiya AIDSê mirine û li seranserê cîhanê derdora 40 milyon kesî hilgirê vîrûsa AIDSê ne.

Ew hejmar li Tirkiyeyê derdora 40 hezar kesî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst