Karmendên tenduristiyê daxwaza yasayeke nû dikin

Enqere (Rûdaw) - Di demekê de ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê haletên koronayê her roj zêde dibin, karmendên tenduristiyê jî xwe amade kirin ku roja 8ê Sibatê bo rojekê biçin grevê û li nexweşxaneyan kar nekin. Yekîtiyên Jûrên Bijîşkan ji hikumetê daxwaz dikin ku ji bo başkirina rewşa karmendên tenduristiyê yasayên pêwîst bên amadekirin û hikumet sozên xwe bicih bîne.

 Li 81 parêzgehên Tirkiyê Yekîtiyên Jûrên Bijîşkan ji bo ku yasaya başkirina rewşa karmendên tenduristiyê li parlementoyê were qebûlkirin heta 4ê meha 2 bi navê nobeta spî rêze çalakiyan encam didin. Yek ji daxwaza sereke ya bijîşkan başkirina rewşa darayî ya karmendên tenduristiyê ye.

Serokê Berê yê TTBê Vedat Bulut dibêje: “Çalakiya me ya bi navê `Nobeta Spî` roja 26ê mehê destpê kir û heta 4 meha 2 dê her roj berdewam be. Di nav çalakiya me de endamên jûrên bijîşkan, endamên Yekîtiyên Jûrên Bijîşkan, rêxistinên sivîl û nûnerên  partiyên siyasî û  parlementer beşdar dibin û piştigriyê didin me.”

Navenda Yekîtiyên Jûrên Bijîşkan a li Enqerê jî piştigiriya çalakiyên jûrên li bajarên dike berpirsên Yekîtiyên Jûrên Bijîşkan Tirkiyê bang li hikumetê dike ku guh bide daxwazên bijîşkan û yasayên pêwîst bêne amadekirin. 

Endama Konseya Navendî ya Jûra Bijîşkan Meltem Gunbeyî got: “Eger li parlementoyê yasayek were amadekirin, lê nêrîna me ji bo wan girîng nebe weke salên borî kêşe dîsa nahê çareserkirin. Eger heta çalakiya me berdewam yasa li parlementoyê neyê pesendkirin û mafê me neyên dan roja 8ê Sibatê em dê dest bi grevê bikin.”

Li gorî plana çalakiyan her roj ji çend bajaran endamên jûrên bijîşkan li navenda Yekîtiyta Bijîşkên Tirkiyê nobetê digirin ji aliyê bizîjkan ve heman demê daxuyanî tên dan û semîner û panel jî tên kirin.

Endamê Yekîtiya Jûra Bijîşkan Kazim Dogan Erogullari jî dibêje: “Daxwaza me gelek zelal e. Em dixwazin canê xwe biparêzin. Dema em serê sibê ji mala xwe derdikevin em ditirsin ku em careke din zarokên xwe nebînin? Em dixwazin ewlehiya me parastî be, li kem sektoran evqas tundûtijî heye.”

Endamê Jora Bizîjkan ya Dîlokê Dr. Lutfî Bayjî got: “Em ji bajarên Dîlok û Kilîsê hatine û beşdarî vê çalakiyê bûn û piştgiriya greva 8ê mehê dikin. Em daxwaza mafên xwe yên darayî dikin em dixwazin li nexweşxaneyan tundûtijî nemîne.”

Jûrên bijîşkan ligel daxwaza başkirina rewşa darayî daxwazê ji hikumetê dikin ku tedbîr bên zêdekirin da ku li nexweşxaneyan pêşiya tundûjiya li hember karmendên tenduristiyê bê girtin.