34 welatan cixareyên elektronîk qedexe kirin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Cixareyên Elektronîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand 34 welatan bi awayekî fermî bikaranîn, firotin û hinardekirina cixareyên elektronîk qedexe kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniyeke xwe de ragihand herî zêde li Amerîkayê bikarhênerên cixareyên elektronîk hene ku tenê li 5 eyaletan qedexe ye: California, Massachusetts, New Jersey, New York û Rhode Island.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom bangî welatan kir ku ciwanan kontrol bikin da ku ji xetereyên cixareyên elektronîk, nemaze alûdebûnê dûr bikevin.

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Amerîkayê, ji sedî 8ê xwendekarên lîse û dibistana navîn cixareyên elektronîk dikişînin ango nêzîkî 2.1 milyon xwendekar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst