Çaya reş dermanê çerm û porê ye

 

Hewlêr (Rûdaw) - Çaya reş ku di nava Kurdan de piştî avê vexwarina sereke ye, fêdeyên wê yên mezin ji bo çerm û porê hene. 

Çirisandina porê

Divê mirov çayê di nava avê de bikelîne û çend saetekî anjî şevekî bihêle, piştre jî porê xwe bi wê çayê şil bike û 15 deqîqeyan wisa bihêle. Ger mirov hefteyekî li ser hev rojane bi vî şêweyî pora xwe şil bike, pora mirov wê êdî biberiqîne. 

Şewata rojê

Li ber roja dijwar çermê mirovan dişewite. Di rewşên wisa de divê dema çayê ya hatiye kelandin û dûre cemidandin, di nava qepalekî de li cihê ku şewata rojê lê peyda bûye were dayin. Ev rêbaz êşa cihên ji ber rojê şewitî didaxîne.

Werimandina di bin çavan de

Dema mirov kêmxew be, di bin çavan de werim pêk tê. Bi vexwarina tasek çay re, hem xewa mirov direve û hem jî ew werima di bin çavan de winda dibe.

Tenduristiya lingan

Di rewşên bêhnhatina ji lingan û çêbûna kuvarkê de ça dermanekî baş e. Piştî ku ça hat kelandin û dûre jî serûgermkirin, divê mirov wê çayê bike di legenekî de. Di nava çayê de asît heye û ji wê çendê li dijî mîkroban bi bandor e. Dema mirov lingên xwe bike di nava wê çaya di legenê de, hem bêhna lingan jê diçe û hem jî pêşiya kuvarka lingan tê birrîn. Ji bo ku ev rêbaz bi bandor be, divê mirov bi demdirêjî her du rojan carekî lingê xwe midehekî di nava çayê de bihêle.

Çermê zuwa

Rûyê gellek mirovan ji ber zuwabûna çermên wan piştî rihkurtkirinê diêşe û dişewite. Ger mirov piştî rihkurtkirinê çaya sarkirî li pembû bike û wî pembûyî li cihê hatiye kurtkirin bike, piştî pêncdeqîqeyan ew êş radiweste.