Amerîkayê vaksîna BioNTechê bo zarokan pêşniyar kir

Hewlêr (Rûdaw) -  Lijneya şêwrê ya ji zanistan pêk tê a Daîreya  Xurekê û Dermanan a Amerîkayê (FDA) vaksîna Pfizer-BioNTechê ji bo zarokên 5-11 salî pêşniyar kir.

Ji 18 endamên Komîteya Şêwra Amûrên Biyolojîk û Vaksînê ya FDAyê 17 kesan got ku ji bo zarokên dibistana seretayî kara vaksînê ji zirara wê zêdetir e.

Di civînê de hat gotin ku saziyê ji bo zarokan vaksîna mezinan ji 3 paran daxiste parekî.

Tê texmînkirin ku FDAyê di nav hefteyê de pêşniyara komîteyê binirxîne û destûra bikaranîna bilez bide vaksînkirinê.

Pfizer-BioNTechê di 22yê cotmehê de diyar kiribû ku vaksîna 2 doz were kirin di zarokên 5-11 salî de ji sedî 90 bandorê dike û wan diparêze.