Li Mûşê çalakiyek bo nexweşên penceşêrê hat kirin

28-05-2022
RÛDAW
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 200 hezar nexweşên penceşêrê tên tomar kirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 200 hezar nexweşên penceşêrê tên tomar kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penceşêr, yek ji nexweşiyên giran û berbelav e û heta niha dermanekî bi bandor jî ji bo gelek cureyên wê nehatiye dîtin. Pişkinînên bi rêk û pêk û pêşwext dikarin heta radeyeke baş, temenê nexweş dirêj bikin û di hinek şêweyan de bibin çareseriya temam. Li bajarê Mûşê ji bo balkişandina ser wê nexweşiyê çalakiyeke navdewletî bi hevkariya Yekitiya Ewropa, Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî,  Komaleya Piştgirî û Hevgirtina Nexweşên Onkolojiyê û çend saziyên din hate li darxistin.

Li bajarê Mûşê çalakiyeke taybet ji bo balkişandina li ser nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê hat sazkirin. 

Ji 10 welatên cîhanê û parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nexweşên ku li hemberî penceşêrê biser ketine, beşdarî çalakiyê bûn.

 Welatiya Azerbaycanê Jamila Futullazade got: “Ez ji Azerbaycanê hatime û li vê derê xwebexş im. Ji gelek welatên cîhanê û bajarê Tirkiye nexweşên penceşêrê li vê derê kombûne û armanc ji vê çalakiyê balkişandina li ser penceşêrê ye.”

Beşdarvanan tîşortên sîfîk lixwe kirin, li ber avahiya şaredariyê civiyan û bi muzîkan li ser caddeya sereke ya Mûşê meşekê girseyî pêk anîn. Ew dixwazin bi vê çalakiya xwe di rûbirûbûn û diyarkirina pêşwext a  penceşêrê de bo nexweşan bibin hêviyek û moralê wan xweş bikin.

Nexweşa penceşêrê Gulnîhat Hatîp jî got: “Ji gelek welatan xelk bo vê meşê li vê derê ne. Em dixwazin balê bikişînin ser diayrkirina penceşêrê û alîkariya mirovan bikin. Em hêvîdar in ku ev yek dê bi sûd be.”

Li gor amarên Komaleya Lêkolênînên Henesadênê ya Tirkiye, bi awayek navendî salane 200 hezar  nexweşên penceşêrê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên tomarkirin. Li gor amarên Rêxistina Tendirûstiya cîhanî jî di sala 2020ê de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 233 hezar û 834 nexweşên penceşêrê hatine tomar kirin ku 123 hezar û 335 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst