Li Duhokê dest bi dana vaksîna AstraZeneca hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Duhokê derzîkirina xelkê bi vakîsna AstraZeneca dest pê kir. 11 hezar û 500 dosên vaksîna Coronayê ji bo parêzgeha Duhokê hatine şandin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê, Fehîm Ebdula ji bo piştrastkirina xelkê, li bingeheke tendirûstiyê vaksîna Coronayê wergirt.

Fehîm Ebdula ragihand ku  Herêma Kurdistanê di nav pêleke din ya corona de ye û divê rêkarên rûbirûbûna wê virusê bi rêk û pêkî bên bicîh kirin.

Beriya du rojan 43 hezar û 800 dos vaksîna AstraZeneca ji Bexdayê gihiştibû Herêma Kurdistanê, bi ser parêzgehan de hatin dabeşkirin.

Alîkarê Wezîrê Tendirûstî Dr. Rehêl Fereydûn ji Rûdawê re gotibû: “Di wê vaksîna gehiştiye Herêma Kurdistanê 15 hezar û 800 doz vaksîn beşê parêzgeha Hewlêrê ye, 16 hezar û 500 doz vaksîn beşê parêzgeha Silêmanî û Helebceyê ye û 11 hezar û 500 doz vaksîn jî beşê parêzgeha Duhokê ye. Dabeşkirina dozen vaksînê li Bexdayê hatiye diyarkirin û bi lîsteyekê hejmara dabeşkirinê bo parêzgehan şandine.”

Roja 26ê Adara 2021ê 43 hezar û 800 doz vaksîna Astra Zeneca gehişte Herêma Kurdistanê û Wezîrê Tendirûstî yê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ev karwanê yekem e û karwanê din jî maye di siberojeke nêzîk de digihe.

Dr. Saman Berzincî got: “Di dema borî de vaksîna Sinopharm a Çînî gehişte Kurdistanê û hejmarek ji pizîşk û karmendên tendirûstiyê wergirtin. Niha jî li ser heman bernameyî berdewam dibin û li gor wê rêzbendiya bo wergirtina vaksînê hatiye diyarkirin dest bi vaksînkirinê tê kirin.”

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 118 hezar û 554 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 108 hezar û 185 kes baş bûne û 3 hezar û 632 tûşbûyên koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.