Veterîner hişyariyê didin: Di nav goştê sor de kurm heye

28-03-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hişyarî Goşt Kurm
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di nav hinek goştên sor de kurmik peyda bûne û eger bi nezanî werin xwarin, mirovan tûşî zikçûn, serêşî û vereşîneke bêzarker dike û di nav du mehan de qebareya wî di nav zik de digihîje 5 metreyan.

 

Veterînerên Herêma Kurdistanê hişyarî didin ku goştên li ser cadeyan nexwin, tenê goştên ku ji pişkinîna veterîneran derbas dibin bixwin.

 

Kurmikê di nav goştê sor de di demsala biharê de zêde bûye, tenê di meha Adarê de 4 ton goştê sor li Silêmaniyê hatine avêtin ku kurm têde hebûne.

 

Lijneyên Qeymeqamiya Silêmaniyê firotina goştê sor li ser cadeyan qedexe kiriye û ji xelkê daxwaz dikin ku agahdar bin.

 

Veterînerên Silêmaniyê diyar dikin ku goştên li ser cadeyan ji çavdêriya pizîşkî û pişkinînê dûr in û kesên ku wan goştan dixwin tûşî nexweşiya zikçûn, vereşîn û bêhêzî dibin.

 

Li selexaneya Silêmaniyê cureyek kurmik di nav goştê sor de hatiye dîtin ku rengê wî spî û weke birincê ye, di dema xwarina goşt de dikeve nav hûriyên mirovan û mezin dibe, di nav du mehan de heta 5 metreyan dirêj dibe.

 

Veterîner Umer Ezîz ji Rûdawê re diyar kir: “Mirov tûşî serêşî, dilqelibîn, vereşîn, zikçûn û çend nîşaneyên din dibe.”

 

Li gor gotina veterînerên pispor, kurmik di nav goştê ajel de tenê weke xwe dimîne, lê dema dikeve laşê mirov dest bi mezinbûnê dike û hinek caran ewqas mezin dibe ku rêya xwarinê ya li nav hûriyan digre. Kurmik bi pijandina goşt ji nav naçe, tenê bi awayekî gelek were kolandin ji ser goşt radibe.

 

Berpirsê Tîma Pizîşkî ya Selexaneya Silêmaniyê Şalaw Arif ji Rûdawê re ragihand: “Tenê goştê ku pişkinîna pizîşkî li ser her derên wî hatiye kirin bi kar bînin, tenê ji wan bawer bikin ku %100 bi sihet e û bê pirsgirêk e, em garantiya wan goştan didin, lê goştên li ser cadeyan bi ti awayî nêzîkî wan nebin, ji ber ku em nizanin çawa ne û me pişkinîn nekiriye û em nizanin çend nexweşî di wan de hene, yan tine ne.”

 

Ji bo rêgiriya belavbûna nexweşiyê, lijneyên Qeymeqamiya Silêmaniyê firotina goşt li ser cadeyan qedexe kiriye û ji xelkê daxwaz kiriye ku li kuderê werin dîtin, lijneyên qeymeqamiyê agahdar bikin.

 

Serokê Lijneyên Hevbeş ên Qeymeqamiya Silêmaniyê Goran Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Dema em li cihekî vê yekê bibînin, em dest datînin ser goşt û hemû kelûpelên wan û goştên ku me dest daniye ser, radestî Rêveberiya Veterîneriyê dikin û ew jî ji nav dibin û kelûpelên wan jî, ku ji bo kar bi kar tînin, em bi xwe ji nav dibin, daku careke din dest bi heman karî nekin.”

 

Navê kurmik "tînasa cînata" ye û kurmik nû nîne û berê jî hebûye, lê di demsala biharê de ji ber barana zêde ya îsal rêjeya wî zêde bûye û tenê di meha Adarê de li selexaneya Silêmaniyê zêdetirî çar ton goşt ji ber wî kurmikî hatine jinavbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst