Fahrettîn Koca: Rewşa kêmasiya dermanan di 3-4 heftiyan de asayî dibe

27-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirurstî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser kêmasî û pirsgirêka peydakirina dermanan li dermanxaneyan axivî û got: “Ez dikarim biêjim ku Ji 7 hezar dermanên di bazarê de ku 950 ji wan kêm dihatin peydakirin, niha hejmara wan bo 154an daketiye. Em pêşbînî dikin ku rewş dê di 3-4 heftiyên li pêşiya me asayî bibe.”

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca duh 26 Kanûna 2022an piştî civîna Kabîneya Tirkiyê bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê pirskirêka peydakirina dermanan di dermanxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî.

Koca ragihand ku wan hinardekirina dermanan ji Tirkiyê heta ku derman li Tirkiyê wek pêwîst bên dabînkirin hatiye ragirtin û got: “Beriya van pêngavên me avêtine 950 derman li di bazarê de nebûn an jî kêm hebûn.  ji 7 hezar dermanên di bazarê de ku 950 ji wan kêm dihatin peydakirin, niha hejmara wan bo 154 dermanan daketiye. Em pêşbînî dikin ku rewş dê di 3-4 heftiyên li pêşiya me de  asayî bibe.”

Wezîrê Tendirustî yê Tikiyê amaje bi wê yekê  jî da ku niha li Tirkiyê daxwezek zêde li ser dermanên antîbiyotîk jî heye û got: “Li gor pêşbîniya zêdebûna nexweşiyên werzî  berhemanîna corên antîbiyotîkan ji sedî 29 zêdebûye. Daxwaza li ser antîbîiyotîkan di ser vê rêjeyê re ye. Lê dê di rojên pêşiya me de berhemanîna antîbîyotîkan zêdetir bibe û em dê bihevre bibînîn ku pirsgirêk kêm bûye.”

Ji sala borî ve bi taybet bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî nirxê dermanan li dermanxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dibe, ji ber ku piraniya dermanên Tirkiyê ji derve bi dolar tên hawirdekirin.

Dermanxane û kompanyayên ku derman di destê wan de hene jî piraniya caran dermanên xwe di depoyan de dihêlin û nadin bazarê daku bi daketina zêdetir a nirxê lîreyê tirkî karê xwe zêdetir bikin. Bi vê yekê jî di bazara derman de kêmasiya dermanan çêdibe û nexweş nikarin beşeke zêde ya dermanan li dermanxaneyan peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst