Tirs heye welatên hejar ji vaksînê bêbeş bin

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên hejar an ewên ku ji ber krîza aborî û gendeliyê dinalînin, di kampanya vaksînkirina dijî Coronayê de asteng bo wan çêdibin. Li welatekî wek Pakîstan an Efxanîstanê, hinek cih hene ji tirsa grûpên çekdar, tîmên gerok nikarin biçin wan bo vaksînkirina xelkê.

Derzîkirina dijî bahor û nexweşiyên demên derbasbûyî bo karmendên sektora tendirûstî ya bajarê Pîşawer ê Pakîstanê bûye ezmûneke tal. Erîfullah behsa bûyereke pênc sal berî niha dike dema çekdaran ewder li wan kirine qiyamet.

Karkerê Kampanya Vaksînkirinê Erîfullah Xan dibêje: “Wê roja hindik mabû kampanyayeke derzîkirinê temam bikin, du sê mal mabûn ketibûn ser girekî, gelekî ji nişka ve tiştek qewimî, em dan ber gulleyan, te digot teqînek çêbû… Ketim xwarê û min nikarî tevbigerim, min temaşeyî hevalê xwe kir gelekî bi dijwarî birîndar bûbû, li ber çavê min canê xwe ji dest da.”

Ev bûyera Pîşawer wiha hatiye ravekirin ku saziyên îstîxbarata Amerîkayê xwestine hevawayê 2011ê kampanya derzîkirinê bo kuştina serkirdeyekî wek Usama Bin Ladîn bikar bînin lewra teqe li wan hatiye kirin.

Ji 2012ê ve 100 karmendên tendirûstiyê di dema kampanya vaksînkirinê de hatine kuştin. Lê ev tenê sedemeke ligel çendîn sedemên din ku Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî derbarê wan de hişyariyê dide bibin sedema paşketina kampanya vaksînkirinê li welatên hejar.

Serokê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî Tedros Adhanom jî got: “Hemû hikûmeteke rast tişta jê tê dike daku xelkê xwe biparêze, lê niha metirsiyeke rasteqîne heye ku welatên hejar û xelkê bi temen bikevin bin dest û piyê şerê bidestxistina vaksînê.”

Astengeke din li ber kampanya vaksînkirinê nebûna amadekariyê ye, heta niha beşa zêde ya welatên cîhanê frêzerên wan ên hilgirtina vaksînê nînin, ji ber vaksîna kompanyayeke wek Pfizer divê 70 pile di jêr sifrê de were hilgirtin.

Piraniya welatên hejarnişîn pişta xwe bi Covaxê girê didin ku sindoqeke darayî ya hevbeş e bo dabeşkirina vaksînê û ji aliyê Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ve hatiye pêkanîn. Vê sindoqê kariye 700 milyon vaksîn bikire, dixwaze heta dawiya 2021ê nêzîka 2 milyar kes vaksîn bike, %20 xerciyan jî dabîn bike. 189 welatan navê xwe li Sindoqa Covaxê tomar kirine.