Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya mirina bi krîza dil %2.4 zêde bûye

27-10-2021
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Komeleya Pizîşkên Dil a Tirkiyê dibêje, di dema pandemiyê de li gorî beriya wê, çûna nexweşên dil bo nexweşxaneyan ji sedî 47.1 kêm bûye, lê rêjeya mirina bi krîza dil li gorî beriya pandemiyê ji sedî 2.4 zêde bûye.

Di heyamê pandemîyê de ji ber xofa şewbê û tirsa pêketina koronayê, nexweşên dil newirên serî li nexweşxaneyan bidin û vê yekê jî rêjeya mirina ji celteya dil zêdetir kiriye.

Prof.Dr.Azîz Karabûlût, Pizîşkê Dil derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Di dema celta dil de nexweşek çiqas zû xwe bigihîne me,mudaxele ya me ewqas hêsantir û girîngtir e fêyda me dê zêdetir bigihîje nexweş.lê heke ku nexweş dereng xwe bigihîne me ew kirîza ku zirar daye dil li gor derengmayînê yê zêdetir bibe. Ji ber wê jî fêydeya mudaxeleya me ya nexweşê ku dereng gihîştîye me jî li gor nexweşên ku zûtir hatiye ba me, dê kêmtir be. Wate emcama mudaxeleya me dê li gor xwesteka me nebe.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya mirinê ya ji ber celteya dil û nexweşîyên demaran salane di nav giştî sedemên mirinê de zêdetirî ji sedî 40e û salane herî kêm 200 hezar kes ji ber nexweşîyên dil canê xwe ji dest didin.

Li gor pizîşkên Komeleya Kardîyologan berî pandemiyê nexweşên dil bi destpêka xûyakirina nîşaneyên celteya dil re kêm zêde di 53 deqeyan de li ambulansê digeriyan û xwe digihandin navendên tendirustiyê, di heyama pandemiyê de ji ber nexwestina çûyîna nexweşxaneyan a nexweşan, ev dem heta 90 deqeyan derketiye, ji ber vê sedema girîng jî li gor beriya pandemiyê rêjeya mirina ji celteya dil li Tirikyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 2.4 zêde bûye.

Dr. Mûzaffer Bahçivan, Pisporê Neştergeriya Dil û Demaran ji Rûdawê re got, “Mirinên kardîyovaskuler di heyamên korona de bi rêjeyek girîng zêdebûn. Ji ber wî jî tesbîta komplîkasyonan girîng e. Giringiyek din jî ew e ku di heyamê pandemîyê de xelk ji çûyîna nexweşxaneyan veciniqîn. Tevî ku nexweşiyên dil e jî, nexweşiyên demarane jî nexweş ji çûyîna nexweşxaneyan, ji muayeneyan û ji tedawiyan xwe bêrî hîştin û neçûn xwe tedawî nekirin.”

Herwiha pizîşkên dil balê dikşînin ser giringiya vaksînkirina nexweşên dil jî , li gel wê bijîşk dibêjin parastina nexweşên dil ya ji enfeksiyonên ji ber koronayê jî gelek giring e. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst