Hewlêr(Rûdaw) - Kişandina nargîleyê bi taybetî di nava civakên li Rojhilata Navîn de gellekî belav e. Ev çanda fêrbûnê roj bi roj di nava ciwanên li Ewropayê dijîn de jî belav dibe.
Gellek kesên nargîleyê dikişînin jî di wê baweriyê de ne ku ziyanên wê ji yên kişandina cixareyê hindiktir in. Lê lêkolînên di vê bareyê de van îdiayan piştrast nakin, tam tersî wê.
Bi taybetî germkirina nargîleyê ya bi komirê bi xwe jî ziyanê digihîne tenduristiyê. Madeyên zirarmend yên di nava kumirê de bi kişandina dûyê di nav de di nava laş belav dibin û ziyanê digihînin tenduristiya mirov. Li gor lêkolînên Enstîtuya Nirxandina Rîskan ya Almanyayê (BfR) kişandina her şûşeya nargîlê beramberî 10 cixareyan e.
Herwiha nîkotîna di nava titina nargîleyê de dibe sedema pêgiriyê, ango mirov bi nargîleyê ve tê girêdan. Di nava wê de jî maddeyên mîna arsen, krom û nîkel yên ji bo çêbûna penceşêrê metirsîdar jî hene.
Li gor heman lêkolînan, ev made bi rêya nargîleyê ji cixarê behtir xwe di nava laş de belav dikin. Ji ber van hokaran, kesekî ku demdirêj nargîleyê bikişîne, jiyana xwe zûtir bi metirsiya bilind a nexweşiyên kezeb û penceşêrê re rû bi rû dihêle.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse