Helandina hestiyan temen kurttir dike

27-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Di temenê pîrbûnê de helandina hestiyan dibe sedema êş û têkҫûna derûniya gellek mirovan. Piştî temenekî diyar yê mirov, maddeya kalsiyûm ya di nava hestiyan de kêm dibe. Encama vê yekê jî dibe zeîfbûn, jêҫûn û kunbûna hestiyên mirov. Herwiha bi vê yekê hestî bi awayekî hesanî dişikin. Ev hemû hokar bi hevre ji hêla bijîşkî ve wekî helandina hestiyan tê nîşandan. Eger di dema xwe de ev nexweşî neyê tedawîkirin, mirov wê ji êşan xilas nebe. Lê belê bi tedawiya zû hem temenê mirov dikare dirêjtir bibe û hem jî heta astekê jiyana dikare rehettir bibe. Nîşanên helandina hestiyan, ango osteoporozê, êşa piştê, dest, mil û ya parsûyan e. Nîşana sereke jî êşa piştê ye.

Kesên bi nexweşiya helandina hestiyan dikevin, bi taybetî ji ber êşa piştê ya dijwar gazindê dikin. Herwiha kurtbûna bejna mirov jî nîşaneke giring ya vê nexweşiyê ye. Ji bilî wê, pirraniya caran pişta mirov kov dibe û namil jî gilover dibin. Piştî dijwarbûna vê nexweşiyê, êdî hestî dest bi şikestinê dikin. Ev şikestin ji ber tevger, ango livandineke biҫûk jî, dikarin pêk werin. Bi vê nexweşiyê hem temenê mirov kurttir dibe û hem jî jiyaneke nexweş li benda mirov e. Ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê divê di zûtir dem de tedawî were pêkanîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst