Pişka Herêma Kurdistanê ji vaksîna AstraZeneca diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Vaksîna AstraZeneca îro digihe parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û vaksîna herî zêde jî bo Silêmaniyê tê şandin.

Alîkarê Wezîrê Tendirûstî Dr. Rehêl Fereydûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Vaksîna Astra Zeneca gehiştiye Herêma Kurdistanê û biryar e îro bi ser parêzgehan de were dabeşkirin, amadekariyên her parêzgahekê bo wergirtina vaksînê temam bûbin digihe destê wan.”

Dr. Rehêl Fereydûn got: “Ji wê vaksîna gehiştiye Herêma Kurdistanê 15 hezar û 800 doz vaksîn beşê parêzgeha Hewlêrê ye, 16 hezar û 500 doz vaksîn beşê parêzgeha Silêmanî û Helebceyê ye û 11 hezar û 500 doz vaksîn jî beşê parêzgeha Duhokê ye. Dabeşkirina dozen vaksînê li Bexdayê hatiye diyarkirin û bi lîsteyekê hejmara dabeşkirinê bo parêzgehan şandine.”

Derbarê gilî û gazinên berpirsên Helebceyê de ku pişka parêzgeha wan ji vaksîna Sinopharmê kêm bû, Dr. Rehêl Fereydûn got: “Cara berê beşê Herêma Kurdistanê du hezar doz vaksîn bû û ew bi xwe kêm bû, heta niha li Bexdayê wek cihekî ser bi parêzgeha Silêmaniyê danûstandin ligel Helebceyê tê kirin û beşê Helebceyê ligel wê hejmara vaksînê ye ku bo parêzgeha Silêmaniyê hatiye dabînkirin.”

Roja 26ê Adara 2021ê 43 hezar û 800 doz vaksîna Astra Zeneca gehişte Herêma Kurdistanê û Wezîrê Tendirûstî yê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ev karwanê yekem e û karwanê din jî maye di siberojeke nêzîk de digihe.

Dr. Saman Berzincî got: “Di dema borî de vaksîna Sinopharm a Çînî gehişte Kurdistanê û hejmarek ji pizîşk û karmendên tendirûstiyê wergirtin. Niha jî li ser heman bernameyî berdewam dibin û li gor wê rêzbendiya bo wergirtina vaksînê hatiye diyarkirin dest bi vaksînkirinê tê kirin.”