Li wî bajarê Kurdistanê nexweşî belav bû; zêdetirî 200 kesan bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahyeya Dînarte ya navçeya Akrê ya Duhok a Herêma Kurdistanê 214 kes bi zikçûn û tayê ketin.

Rêveberiya Tendirustiya Akrê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, komîteyekê serdana navçeyê kiriye û nimûneyên ava vexwarinê anîne da ku pişkinînê bikin û piştre wê sedemên nexweşketina wan 214 kesan diyar bibin.

Welatî Silêman Alî yê ku bi jehrî ketiye got, “Destpêkê dilê meriv têk diçe, zik diêşe û diçe, tu dibêjî bi daran li dest û lingên te dane. Rewşa me niha baş e lê ez hîn baş nebûme.”

Kesên ji temenên cuda pê ketibûn lê herî zêde li taxên cuda yên Dînartê bandor li zarokan kiribû.

Welatî  Mihemed Omer  anî ziman, “Şevê ku ez ji mizgeftê hatim em ketin, pêşî ev ket, paşê yê din, ez jî nexweş ketim, şeva li ser Şemiyê ev jî ket. Derman û derzî dane me.”

Rêveberiya Tenduristiyê ya Akrê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti nexweş li nexweşxaneyan nehatine razandin, derman ji wan re hatiye dayîn.