Termên mirovan di qefesan de li ber tavê ne, li cîhanê bû rojev!

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê termên mirovan li ber tavê dirizin.

Li çewlîgeke Teksasê dîmenên termên mirovan ên di qefesan de hatin girtin û ev dîmen li cîhanê, di torên civakî de bûn rojev.

Ev der taqîgeheke (laboratuar) girîng a lêkolînên zanistî ye û laşên mirovan li ber tavê dirizin.

Li vê taqîgehê derdora 50 termî hene û hinek ji wan ji bo xebatên “rizîna bakteriyî” di qefesan de li ber tavê ne.

Gelek ji wan laşan bêyî ku werin parastin li ber tavê dimînin û lêkoler dikarin bi vî awayî bandora goştxwiran bişopînin.

Lêkolerên antropolojiyê li gel lêkolerên din li ser laşan lêkolînan dikin û agahiyên xwe yên li ser rizîna laşên mirovan zêdetir dikin.

Ev taqîheg sala 2008an hat vekirin û heta sala 2017an li ser 150 termî xebat hatin kirin.

Taqîheha termên mirovan ne tenê li Amerîkayê, li seranserê cîhanê çavkaniyeke bêhempa ya lêkolînên zanistî ye.