Pizîşkeke Ukranî li Colemêrgê zarokan derman dike

Hewlêr (Rûdaw) - Pizîşkeke xelka Ukraynayê, sala 2015an bi hemwelatiyekî Tirkiyê re zewicî ye, destpêkê li bajarê Stenbolê niştecî bûye lê piştre li gel hevjînê xwe, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û li nexweşxaneyeke Colemêrgê dest bi doktoriya zarokan dike. Olena Erkun diyar dike ku ew li gel xelkê Colemêrgê gelekî kêfxweş e û ji karê xwe razî ye. Hinek dayikên ku zarokên xwe li cem wê derman kirine jî dibêjin, ew gelekî ji Olêna razî ne û dixwazin ew her li gel wan bimîne.

Pizîşka Ukraynî piştî 20 sal ji karkirina li welatê xwe niha li nexweşxaneya Colemêrgê kar dike.

Olena Erkun sala borî tevlî ezmûnên pisporiyê bûye û weke pizîşk  li Colemêrgê hatiye damezrandin û niha jî tedaviya zarokên vê parêzgehê dike. Ew li beramber rêzgirtin û helwêsta xelkê navçeyê kêfxweşiya xwe tîne ziman.

Pizîşka Ukraynî Olena Erkun dibêje: “Bi rastî min vê derê gelek eciband. Mirovên vê derê gelek baş in. Gelek bi sebr û rêzdar in. Ez qet ji vê derê ne bi gilî me û gelek razî me. Xweza û çiyayên vê derê gelek xweş in. Ez qet ne poşmani im ku hatime vê derê. Ji xwe min Hekkarî  bi daxwaza xwe hilbijart.”

Welatiyên Colemêrgê ji hatina Olenayê kêfxweş in. Diwazin çend salên din jî  li vê parêzgehê bimîne û çareseriya nexweşiyên zarokên wan bike.

Welatî Kezban Alp jî got: “Gelek bi me re eleqedar bû. Eger ew jî bixwaze em dixwazin salên dirêj li vê derê bimîne. Em ji tedavîkirina wê jî gelek razî bûn û spasiya wê dikin.”

Olena ne yekem welatiya biyanî ye ku li Tirkiyê weke pizîşk dest bi kar kiriye. Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) di navbera salên 2012 û 2020ê de 18 hezar û 685 pizîşk û karmendên tendirustiyê yên biyanî li nexweşxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi kar kirine. Ev di demekê de ye di heman serdemê de 3 hezar 924 pizîşkan jî  ji Tirkiyê  koçî welatên derve kirine.