Sedema bingehîn ya rûdana penceşêra çerm

 

 

Hewlêr(Rûdaw) - Sedema bingehîn ya rûdana penceşêra çerm tîrêjên rojê ne. Lê belê digel lêkolînên berfireh yên herî nû jî, heta niha jî sedî sed nayê zanîn çima cûreyên din yên penceşêrê yên ne ji ber tîrojên rojê rû didin pêk tên. Bandora hawîrdor û radyasyona tê afirandin wekî hinek sedemên muhtemel tên dîtin.

Metirsiya herkesî ya ku bi nexweşiya penceşêra çerm bikeve heye. Lê metirsiya hinek mirovên xwedî taybetiyên xwezayî yên cuda ji yên din bêhtir e. Kesên kejî û çavên wan bi reng û mirovên şanikên wan zêde mezin û ji hev belav in dikarin bi metirsiya wergirtina penceşêra çerm re ji kesên din zûtir rû bi rû bimînin.

Herwiha mayina gellek ya di bin tavê û pê re jî şewatên tavê yên demdirêjî jî dikarin bibin hokara vê nexweşiyê. Dema di nava malbatê de jî ev nexweşî hebe, pêwist e mirov ji bo pêşîgirtina vê nexweşiyê carcaran di bin kontrolên bijîşkan re derbas bibe. 

Bi taybetî di demsala havînê de ya baş ew e ku mirov seet navbera 10.00 û 16.00ê de zêde di bin tavê de nemîne. Herwiha pêwist e mirov bi kum, berçavkê rojê û cilên ku laş hemûyî bihewînin derkeve derve. Dema ku şanikên li ser laşê mirov mezin bibin an jî nîşaneke din çêbibe, xwehr û jan bikeve laş de, pêwist e yekser mirov serî li bijîşk bide.