Têrxewî neyarê krîza dil e

26-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama lêkolîneke zanyarên holendî de derket holê ku têrxewî pêşiya krîza dil digire.

Lêkolîna ku di kovara tenduristiyê "The European Journal of Preventive Cardiology" de derketiye, cihekî berfireh daye vê babeta ku zanyaran li ser 15 hezar kesan pêkaniye.

Li gor encama vê lêkolînê, kesên ku herşev 7-8 seetan radizin, rîska wan ya krîza dil ji sedî 83 kêmtir dibe. Herwiha mirovên ku bi awayekî saxlem dijîn, herdem werzişê dikin, cixareyê nakişînin û ji vexwarina alkolê dûr in, kêm bi nexweşiyên mejî dikevin. Ku têrxewiya herşev ya di navbera 7-8 seetan bibe parҫeyek ji şêweya jiyana mirovên bi vî rengî, ev û gellek nexweşiyên din wê hêj kêmtir bibin. Ev şêwaza jiyanê herwiha mirina mirovan ya ji ber rijandina xwînê ya ser mejî jî kêmtir dike. 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst