Li kempa Erbet karmendên tenduristiyê şev û roj xizmeta penaberên Rojava dikin
Silêmanî (Rûdaw) – Ji bo parastina tenduristiya penaberên rojavayê Kurdistanê, li kempa Erbet a penaberan li parêzgeha Silêmaniyê 2 bingehên tenduristiyê hatine danîn.
Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê dr. Mîran Mihemed ji Rûdawê re ragihand, li kempa Erbet a penaberên rojavayê Kurdistanê 2 bingehên tenduristiyê hatin danîn ku şev û roj di xizmeta penaberan de ne.
Jibilî wan bingehan tîmên gerrok jî di nav penaberan de digerin û çi pêwîst bike ji wan re dikin…