Bandora melhemên ku çerm ji tavê diparêze ne wek tê zanîn e

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku bandora melhemên ku çermê mirov ji tavê diparêze ji ya tê zanîn kêmtir e.

 

Li gor nûçeya BBCê, di encama lêkolîna Zanîngeha Londonê kirî de derket holê melhem bi qasî ku tê zanîn çermê mirov baş naparêzin.


Di lêkolînê de bal hat kişandin, ji ber ku melhem ne bi rêkûpêk li çerm dixin, ew melhem çerm naparêze.


Profesor Anthony Young da zanîn ku merhema 50 faktorên wê hene, tê payîn ku bi îhtimaleke herî baş ji sedî 40 çerm biparêze. Bi gotina Anthony Young mirvoek divê 36 gram an jî herî kêm 6 kevçiyên çayê melhemê li hemû laşîê xwe bide.


Zanyar dibêjin divê melhemê li stû, cênîk û pişta guhan jî bidin.