Li Bakurê Kurdistanê mirina ji ber nexweşiyên dil zêde bûye

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji ber nexweşiyên dil û damarê salane 422 hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Di nava Kurdan de rêjeya mirina ji van nexweşiyan 5 puan ji bajarên Tirkan zêdetir e. Bijîşk dibêjin ger pêşî li vê nexwexiyê neyê girtin dê hejmara mirinan roj bi roj zêdetir bibe.

 

Li Tirkiyê her sal 422 hezar kes jiyana xwe ji dest didin û sedema van mirinan ji sedî 40 nexweşiyên dil û damarê ne. Tirkiye yek ji wan welatan e ku di rêzên pêşîn de cih digre ku jiyana mirovan ji ber van herdu nexweşiyan dikeve xetereyê.

 

Li bajarên Kurdan rêjeya mirinên ji ber nexweşiyên dil û damarê 5 pûan ji bajarên Tirkan zêdetir e. Bijîşkên dil ango kardiyolog ji bo pêşîlêgirtina van nexweşiyan, hewl didin di nava civakê de hişmendiyeke nû ava bikin.

 

Kardiyolog Serdar Akdag ji Rûdawê re diyar kir: “Divê em çi bikin? Ya yekemîn divê em dev ji cixareyê berdin. Lewre niha temenê nexweşiya dil û damarê ji 50 saliyan daketiye 35 saliyan. Ji bo em bi van nexweşiyan nekevin pêwist mirov derkevin parkan û hewaya paqij werbigrin. Xwe ji otomobîlan xilas bikin, bi otomobîlan neçin her derê. Peyatî biçin cihê nêz û bimeşin. Bi şev wextê xwe yê vala bi meşê bibihurînin. Heta ji destê we tê xwarinên giran nexwin û xwe ji stresê dûr bixin.”

 

Yek ji sedemên girîng a xitimandina damaran û rawestandina dil şêwaza Kurdan a xwarinê ye. Baş e welatî dixwazin çi bikin? Dê di xwarina giran de israr bikin an şêwaza jiyana xwe biguherînin?

 

Welatiyê bi navê Salih dibêje: “Pêşiyê me av û nan têr nedixwarin. Weke pola bûn, bavegîd bûn. Niha her cure xwarinê dixwin û dibe nexweşî û em pê dimirin.”

 

Mahsun Çapraz diyar dike: “Xwarin dixwin, li ser xwe nagerin, hereket nakin, ji ber vê yekê damarê mirovan dixitimin.”

 

Salih Orhan destnîşan dike: “Ez li gund im. Xwarin û ava me paqij e. Ez goşt jî her tiştî jî dixwim.”

 

Mehmet Toprak jî dibêje: “Carna ez spor dikim. Sed dused metre ez bi lingan diçim.”

 

 

Saît Toprak diyar dike: “Du caran min qeyrana dil derbas kir. Wileh nizanim ji bo çi bû. Xelata Xwedê bû.”

 

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li tevahiya cîhanê salane 18 milyon kes ji ber nexweşiya dil û damarê dimirin. Ger pêşî li van nexweşiyan neyê girtin, hejmara miriyan dê di sala 2030an de salane bigihije 23 milyon kesan.