Tendirustiya Cîhanî daxwaz dike ku reklama cixare û tûtin were qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî daxwaz dike ku reklam û sponsoriya cixare û berhemên tûtinê werin qedexekirin.

 

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî guvaş dixe ser hikûmeta welatan daku reklam û sponsoriya cixare û berhemên tûtin werin qedexekirin, heta di dema lîstik û reklamên din ên dîtbariyê de jî.

 

Tendirustiya Cîhanî diyar dike, armanca wan ew e ku rêkarên wan ên nû ji cixareyê dûr bin, hemû çalakî û karên wan ji reklama cixareyê dûr bin, heta diyar dike ku sponsoriya tîmên pêşbaziyê jî ji aliyê kompaniyên cixare ve neyên kirin.

 

Ev daxwaza Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî piştî wê yekê hat ku çend tîmên pêşbaziyê ji bo reklamê li gel kompaniyên cixare peyman îmze kirine.