AMED - 22 xwendekar bi gumana jehrîbûnê birin nexweşxaneyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 22 xwendekarên ku li dibistana navîn dixwînin bi gumana jehrîbûnê tên dermankirin.
Li Dibistana Gaziyê ya Amedê, hinek xwendekarên ku di çalakiya "Hefteya Xwarinên Xwecihê" de piştî xwarin xwarine nexweş ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn dibistana navborî.
Tîmên tenduristiyê 22 xwendekar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristî ya xwendekaran baş e û ew li nexweşxaneyê tên dermankirin.