Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nexweşiya pençeşêrê her diçe zêdetir dibe. Salane 163 hezar û 500 kes bi vê nexweşiya giran dikevin. Hejmara nexweşên mêr li gorî jinan zêdetir e. Li gorî statîstîkên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê, ji sedî 20ê mirinan ji nexweşiya pençeşêrê çêdibin û bi vî awayî roj bi roj ev nexweşî dibe nexweşiyeke ji rêzê ya rojane.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê salane 165 hezar kes bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. Hejmara nexweşên pençeşêrê yên mêran li gorî jinan zêdetir e. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji sedî 20ê mirinan êdî ji ber nexweşiya pençeşêrê çêdibin.
Kişandina cixareyê û çanda xwarin û vexwarinê, bikaranîna amûrên teknolojiyê yên weke telefonên destan û tablet êdî bûne sedemên sereke yên pençeşêrê. Ji ber vê yekê bijîşk bang li civakê dikin ku ji şekir û rûn dûr bikevin, xwe nexin stresê û heta ji we tê spor bikin. Kesên ku van bike, dikare ji sedî 60 xwe ji pençeşêrê xilas bike.
Mihemed Xelîl jî 8 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Lê bi tedawiyeke bi rêk û pêk kariye bi vê nexweşiyê re seredariyê bike. Ji ber ku ew rojê 10 hezar gavan davêje, morala xwe bilind dike û dermankirina xwe jî bi rêk û pêk dike, heta niha pençeşêrê pê nekariye.
Nexweşê Pençeşêrê Hacî Mihemed Xelîl ji Rûdawê re got: “Xwedê teala derd jî daye, derman jî daye. Em jî li pey dermanê xwe geriyan. Tiştê ku doktoran ji me re çi pêşniyar kirin me ew bi cih anî. Pêşiya emeliyatê min kemoterapî, radyoterapî dît. Gerek mirov dev ji têkoşînê bernede. Spor, hereket ji bo tenduristiyê gelek baş e. Gerek em stresê nekin, em tim bi hereket bin, sporê bikin. Divê em derd û kulan ji xwe re çênekin.”
Komeleya Jiyaneke Ji Nû Ve, yek ji navenda têkoşîna li hemberî pençeşêrê ye. Bi qasî 450 endamên vê komeleyê hene û hemû jî nexweşên pençeşêrê ne. Li Amedê 7 hezar nexweşên pençeşêrê hene û ev komele hewl dide ji hemûyan re alîkariya derman û zexîreyê bike.
Serokê Komeleya Nexweşên Pençeşêrê Şukru Abay jî dibêje: “Temamê komeleyan, saziyan, nexweşxaneyan em ziyaret dikin. Em qala pençeşêrê dikin û pirsgirêkên nexweşên xwe dibêjin. Çimkî civak di hêla pençeşêrê de pir sersar e. Heta ku dor neyê ser wan, tiştekî nakin. Divê beriya ku ev tişt bê serê wan ew tiştekî bikin. Bibin alîkar.”
Li gorî beşek ji pisporan berê jî nexweşiya pençeşêrê hebû lê ji ber ku teknolojî bi pêş neketibû gelek cureyên wê nedihate zanîn. Lê niha 102 cureyên nexweşiya pençeşêrê bi makîneyên li nexweşxaneyan têne tespîtkirin.
Li gorî pisporên onkolojiyê gelek sedemên nexweşiya pençeşêrê hene lê herî zêde 2 sedem derdikevin pêş; çanda xwarinê, madeyên biyanî yên di nava xorekan de têne bikaranîn û kişandina hemû cure titûnê.
Derbarê mijarê de Pisporê Nexweşiyên Pençeşêrê Prof. Dr. Mehmûd Îlhan wiha axivî: “Komeleya Lêkolîna Pençeşêrê ya Amerîkayê li ser pençeşêrê ev pêşniyar dike; cixareyê nekişînin, rûnenên, bimeşin, herî kêm nîv saetan bimeşin. Qelew nebin, sebze û fêkî bixwin. Ger hûn van bikin, hûn dikarin ji sedî 60 pençeşêrê kêm bikin. Jiyana we divê bi sihet be, cixare nebe, xwarin û vexwarina xwe jî hûn baş û bi zanebûn bixwin.”
Di serederkirina bi nexweşiya pençeşêrê re, bi qasî dermankirineke bi rêk û pêk, peydakirina dermanan jî ewqas girîng e. Li Tirkiyeyê her çiqas para mezin a dermanên pençeşêrê dewlet dide jî, peydakirina hin dermanan gelek caran pir zehmet dibe.
Dermansaz Ferman Turan jî got: “Li Tirkiyeyê derman pirsgirêk e. Dermanê pençeşêrê pir buha ne. Nayên peydakirin. Tonek derman niha li bazarê tune ne. Li depoyan nînin. Kêmasiyên wan hene. Kompanî van dermanan nadin. Çare ev e; divê Wezareta Tenduristiyê dest deyne ser van pirsgirêkan. Divê bipirse çima ev derman li bazarê nîn in, çima ew kompanî van dermanan naxin bazarê. Lê mixabin kes guh nade van pirsgirêkan.”
Zêdebûna rêjeya pençeşêrê weke li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li welatên din ên cîhanê jî zêde dibe. Pençeşêr êdî dibe nexweşiyeke vê serdemê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse