Sinan Adiyaman: Bijîşk ji Tirkiyê direvin
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara bijîşkên ku dixwazin li derveyî Tirkiyê doktoriyê bikin û daxwaza tomar an sicîlê ji Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê dikin her diçe zêde dibe.
Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê Prof. Dr. Sinan Adiyaman ragihand, hejmara wan bejîşkên ku di sala 2012an de 59 bû, di 2019ê de derketiye 906an û got: "Hevpîşeyên me êdî wiha dibînin ku li Tirkiyê hekîmtî nayê kirin û direvin."
Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê (TTB) Prof. Dr. Sinan Adiyaman, hejmara bejîşkên ku dixwazin li derveyî Tirkiyê doktoriyê bikin a navbera 2012-2019ê û daxwaza qeydê yan tomarê ji TTB kirine, eşkere kir. Li gor daneyan di 8 salên dawî de, hejmara bijîşkên ku naxwazin li Tirkiyê doktoriyê bikin her diçe zêde dibe.
Di sala 2012an de ku 59 bejîşk bo qeydê serî li TTB kiribûn, ev hejmar sala 2013ê 90, sala 2014ê 118, di sala 2015an de 150, sala 2016ê 245, 2017ê 482, di 2018ê de 802 û di 2019ê de jî derketiye 906 bejîşkan. 2019ê herî zêde di mehên Çile û Cotmehê de doktoran serlêdan kirine daku bikaribin li derveyî Tirkiyê kar bikin.
Serokê Konseya Navendê ya Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, ji medya Tirkiyê re bal kişand ser hejmara zêde ya bejîşkên ku dixwazin li derveyî welat kar bikin û got: "Li Tirkiyê ji ber pêkanînên antî demokratîk ti hêviya bejîşkan ji siberoja wan namîne û ji welêt direvin. Hevpîşeyên me êdî wiha dibînin ku li Tirkiyê hekîmtî nayê kirin. Ji ber pêkanînên antî demokratîk, her roj hêviya bejîşkan ji siberojê kêm dibe û mixabin ji welat direvin. Hevalên me yên bijîş welat bicîh dihêlin û dixwazin di nêvengeke demokratîk û sosyal de kar bikin.”