Sinan Adiyaman: Bijîşk ji Tirkiyê direvin

24-11-2019
RÛDAW
Nîşan Sinan Adiyaman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara bijîşkên ku dixwazin li derveyî Tirkiyê doktoriyê bikin û daxwaza tomar an sicîlê ji Yekîtiya ‎Tebîbên Tirkiyê dikin her diçe zêde dibe.

Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê‎ Prof. Dr. Sinan Adiyaman ‎ragihand, hejmara wan bejîşkên ku di sala 2012an de 59 bû, di 2019ê de derketiye 906an û got: ‎‎"Hevpîşeyên me êdî wiha dibînin ku li Tirkiyê hekîmtî nayê kirin û direvin."‎

Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê‎ (TTB) Prof. Dr. Sinan Adiyaman, hejmara bejîşkên ku dixwazin ‎li ‎derveyî Tirkiyê doktoriyê bikin a navbera 2012-2019ê û daxwaza qeydê yan tomarê ji TTB kirine, eşkere ‎kir. Li gor daneyan di 8 salên dawî de, hejmara bijîşkên ku naxwazin li Tirkiyê doktoriyê bikin her diçe ‎zêde dibe.‎

Di sala 2012an de ku 59 bejîşk bo qeydê serî li TTB kiribûn, ev hejmar sala 2013ê 90, sala 2014ê 118, di ‎sala 2015an de 150, sala 2016ê 245, 2017ê 482, di 2018ê de 802 û di 2019ê de jî derketiye 906 bejîşkan. ‎‎2019ê herî zêde di mehên Çile û Cotmehê de doktoran serlêdan kirine daku bikaribin li derveyî Tirkiyê ‎kar bikin.‎

Serokê Konseya Navendê ya Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, ji medya Tirkiyê re ‎bal kişand ser hejmara zêde ya bejîşkên ku dixwazin li derveyî welat kar bikin û got: "Li Tirkiyê ji ber ‎pêkanînên antî demokratîk ti hêviya bejîşkan ji siberoja wan namîne û ji welêt direvin. Hevpîşeyên me ‎êdî wiha dibînin ku li Tirkiyê hekîmtî nayê kirin. Ji ber pêkanînên antî demokratîk, her roj hêviya ‎bejîşkan ji siberojê kêm dibe û mixabin ji welat direvin. Hevalên me yên bijîş welat bicîh dihêlin û ‎dixwazin di nêvengeke demokratîk û sosyal de kar bikin.”‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst