Pîvaz ji gellek êşan re derman e

24-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîvaz ne tenê di tehmdayina xwe ya di nava xwarinê de xweş e lê herwiha gellek fêdeyên wê ji bo tenduristiya mirovan jî hene. Ji ber hebûna maddeyên antîbiyotîk yên di nava pîvazê de, bi xwarina wê re laşê mirovan dikare xwe baştir li hemberî mîkroban biparêze. Herwiha vîtamînên B û C jî di nav de peyda dibin.

Ji hêla din ve dema xwîn ji bêvilê were, pîvaz dikare wê herika xwînê kêmtir bike û bide rawestandin. Ji bo vê ҫendê pêwist e pîvaz ji nêvî ve were birrîn û li ser bêvila ku xwîn jê diherike were hiştin. Ya girîng di vî warî de ew e ku bêhna pîvazê were stendin. Ne tenê ev yek, herwiha pîvaz li dijî bêxewiyê jî ji mirovan re dibe alîkar. Kesên kêmxew in dikarin bi xwarina pîvazê vê pirsgirêka xwe kêmtir bikin. Pîvaz kêrî nexweşiyên ҫav û guh jî tê û dikare êşa heyî bide rawestandin.

Ava pîvazê jî ji bo laşê şewitî û pêvedana mêşan bi bandor e. Di rewşên bi vî rengî re pêwist e ava pîvazê li cihê birîn lê ye were werkirin. Sûdweriyên pîvazê ne tenê ji van xalan pêk tên; Pîvaz madeya însolîn ya di nava laş de bilindtir dike û bi vî awayî şekirê xwînê dike di bin kontrolê de. Herwiha ew ji bo kolostrolê jî gellek sûdwer e. Taybetmendiyeke pîvazê digel hingivîn jî heye; Bi tevlîhevkirina hingivîn û pîvazê tedawiya nexweşiyên wekî tayê, serma, kuxik û êşa qirikê tê kirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst