Li Rojavayê Kurdistanê hejmara nexweşên penceşêrê her ku diçe bêhtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, her diçe tûşbûna bi penceşêrê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibe, di demekê de ku heta niha nexweşxaneyek ji bo çareseriya ji penceşêrê nîne.

Bijîşkê pisporê penceşêrê, Dr. Danîş Mehmûd berî niha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, rêjeya vê nexweşiyê li navçeyê ji sala 2014yan ve, 3 heta 4 % zêde bûye û ji her 100 nexweşî, 7 ji wan yên penceşêrê ne.

Bêhtir ji wan penceşêra memikan li nav jinan belav dibe û penceşêra kolon li nav zilaman belav dibe.

60% ji wan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Salane 700 – 800 kesên Kurd tûşî penceşêrê dibin.

Sedemên wê zêdebûnê jî, vedigerin; Pîsbûna jîngehê û hebûna dûyê ku ji alavên destkar ên parzûnkirina petrolê. Herwiha nebûna pişkinînên guncaw û pêşketî û nebûna çareseriyê.

Nexweşxaneya Beyrûnî li Şamê, salane 13.000 nexweşî li xwe digire, ku çareseriyê ji penceşêrê dibînin.

Ew jî bi rêjeya 15 - 20% zêde dibe.  Ew rêje, rojane, dikin 8.000 – 12.000 nexwşên penceşêrê ku, çareseriya tendirustî dibînin. Salane jî hejmara wan dike derdora 150.000 nexweşî.