WHO ji ber Xuriya Meymûnan rewşa awarte ya cîhanî ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna Xuriya Meymûnan a ku li cîhanê bi taybetî li Ewropayê xurt bûye, Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî (PHEIC) ragihand.

Rêveberê Giştî yê WHO Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî civîna Komîteya Rewşên Awarte a di 21ê Tîrmehê de ku li navenda Cenevreyê pêk hat ragihand.

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku WHOyê heta niha ji 75 welatan zêdetirî 16 hezar haletên nexweşiyên Xuriya Meymûnan piştrast kirine û diyar kir ku ji ber vîrusê 5 kes mirine.

Ghebreyesus destnîşan kir ku wî di civîna Komîteya Rewşên Awarte de guhdariya hemû nêrînên li ser rewşa xetereya vîrusê kir û got, “Komîte negihîştiye lihevhatinekê ku belavbûna Xuriya Meymûnan wek Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî bi nav bike.”

Ghebreyesus diyar kir ku ji endamên Komîteyê 6 kesan ji bo îlankirina PHEIC dengên erênî dane lê 9 endaman dengê neyînî dane.

Ghebreyesus her wiha destnîşan kir ku her çend vîrus di asteke maqûl de li cîhanê belav bibe jî li Ewropayê pir zûtir belav dibe û got, “Ji ber van sedeman min biryar da ku Xuriya Meymûnan wek Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî rabigihînim.”

WHO yekem car di 23ê Hezîranê de civiya da ku li ser ragihandina PHEIC ji bo Xuriya Meymûnan nîqaşan bike.