Parlamenterek: Li 2 nexweşxaneyan dermanê sexte dane nexweşên penceşêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentereka Fraksyona Goranê eşkere dike ku li 2 xestexaneyên Herêma Kurdistanê, dermanê sexte û bê kalîte dane tûşbûyên penceşêrê û tekez kir, rêveberiya nexweşxaneyan û Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji vê meseleyê berpirsyar in, ji ber ku derman ji di filterên wan re derbas bûne.

 

Cîgira Serokê Komîteya Tendirustiyê di Parlamentoya Kurdistanê de, Dr. Şayan Eskerî eşkere kir, li Nexweşxaneya Nenkelî ya Hewlêrê û Hîwa ya Silêmaniyê dermanên sexte dane tûşbûyên penceşêrê.

 

Dr. Şayan Eskerî da xuyakirin, di denekê de li nexweûxaneyan dermanên xirab û sextet dane nexweşên penceşêrê ku ew derman di filtera Wezareta Tendisrustiyê re gihîştine nexweşxaneyan.

 

Dr. Şayan Eskerî ji bilî rêveberiya nexweşxaneyan, Wezareta Tendisrustiyê jî weke berpirsyar nîşan da û diyar kir, piştî ku wan derbarê mijarê de lêkolîn kirine, kompanyaya ku derman dabîn kiriye, ew dermanên sexte paşve vegerandine.

 

Ew parlamenter dibêje dema ku li Nexweşxaneya Nanekelî pizîşk bûye coreke dermanê sexte li nexweşxaneyê hebû lê pizîşik amade nebûn ku wan dermanan bidin nexweşan û ji ber wê yekê derman birin Nexweşxaneya Hîwa û li wê derê dane nexweşên penceşêrê.