Îsal çend bijîşkan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koç kiriye?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku îsal 395 bijîşkan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçî welatên derve kirine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend salên dawî bijîşk ji ber şert û mercên giran ên kar û mûçeyê kêm koçî welatên derve dikin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê doh li Parlamentoya Tirkiyeyê di gotûbêjên li ser budceya Wezareta Tenduristiyê de li ser koça bijîşkan a ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de avivî.

Koca ragihand ku sala borî bi giştî 450 bijîşkan koçî derveyî welat kiriye û ew hejmar îsal bo 395 bijîşkan daketiye.

Herwiha Koca da zanîn ku ji 450 bijîşkên sala borî koç kirine 55 ji wan îsal careke din vegeriyane.