Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kolera belav dibe

23-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustî ya Sûriyê eşkere kir ku  hejmara pêketiyên kolerayê gehiştiye nêzîkî hezar kesan û herî kêm 40 kesan jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Roja Yekşemê 23ê Cotmeha 2022ê Wezareta Tendirustî ya Sûriyê eşkere kir ku li seranserê Sûriyê nêzîkî hezar kesan bi nexweşiya kolerayê ketine bi taybetî li parêzgeha Helebê û 44 kesan bi nexweşiya kolerayê canê xwe ji dest dane.

Meha Tebaxa borî, Sûriyê bi fermî bajarê Helebê wek navçeyeke belavbûna kolerayê nasand, piştre li bajarên din belav bû û hefteya derbasbûyî li kampa penaberên Sûriyê yên li Lubnanê pêketiyekî kolerayê hat tomarkirin. Li gor Wezareta Tendirustî ya Sûriyê, heta niha pişkinîna kolerayê bo zêdeyî 13 hezar kesan hatiye kirin.

Di vê derbarê de Wezareta Tendirûstî ya Sûriyê dibêje: “Hejmara kesên bi kolerayê ketine zêde bûye û gehiştiye 942 kesan, hejmara canjidestdana bi wê nexweşiyê jî gehiştiye 44 kesan.” Desthilatdarên sektora tendirûstî ya Sûriyê eşkere kirine ku 37 ji qurbaniyan li parêzgeha Helebê hatine tomarkirin, herwiha 570 pêketî jî her li heman parêzgehê hatine tomarkirin.

Hefteya borî Xaça Sor a Navdewletî, ragihand ku rêxistina wan hewlên wî welatî bo rêgirtin li berbelavbûna wê nexweşiyê zêde kirine û dibêje li gor lêkolînên wan, li Sûriyê çavkaniya belavbûna kolerayê ava pîs e, bi taybetî ew ava pîs a ku li parêzgeha Helebê bo karê çandinî û avdaniyê hatiye bikaranîn.

Rêxsitina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) eşkere kiriye ku salane 1.3 heta 4 milyon pêketiyên kolerayê li seranserê cîhanê tên tomarkirin û ew nexweşî dibe sedema canjidestdana 21 hezar heta 143 hezar kesan li cîhanê.

Roja 12ê Cotmeha 2022ê Rêxistina Mirovî ya Almanî di raporekê de li ser belavbûna kolerayê li Sûriyê eşkere kir ku ew nexweşî bi awayî metirsîdar li wî welatî belav bûye û ji ber şerê 11 salan destê zêdeyî 13 milyon Sûriyan nagihe ava paqîj.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst