Ji sedî 65ê Iraqiyan qelew û obez in

Sîlêmanî (Rûdaw) – Wezîrata Tendurustî û Jîngeh a Iraqê diyar dike ku ji sedî 51ê mirina hemwelatiyan ji ber nexweşiyên demdirêj in û ji sedî 65ê Iraqiyan jî ji destê qelewî û obeziteyê dinalin.

 

Wezîra Tendurustî û Jîngeh a Iraqê Edîle Hemûd derbarê nexweşiyên li Iraqê de beyanameyek ji medya Iraqê re şandiye û diyar dike ku ji sedî 51ê sedema mirina hemwelatiyan ji ber nexweşiyên demdirêj in.

 

Mînaka nexweşiyên demdirêj jî weke şekir, tansiyon, nexweşiyên dil û penceşêrê hatine destnîşankirin.

 

Li gor vê beyanameyê li Iraqê 5 milyon nexweşên şekir, 2 milyon nexweşên tansiyon, 3 milyon cigarekêşî û 29 milyon obez û qelew hene.

 

Dîsa di beyanameyê de tê diyarkirin ku 900 kes alkolîk in û ji sedî 93yê Iraqiyan jî weke pêwîst fêkî û sebzeyan naxwin. Herwiha ji sedî 74ê Iraqiyan jî spore û çalakiyên bedenî nakin.

 

Lêkolînên li ser van amaran di sala 2015ê de hatine kirin û parêzgehên Nînowa, Selahadîn û Enbarê ne di nav de ne.