Li Îtalya 11 navçe ji ber vîrûsa orona hatin dorpêçkirin

23-02-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îtalyayê dorpêçkirina 11 bajarokan li navçeya Lombardiya ragihand piştî ku 79 kes li wir bi vîrûsa Korona ketin, du kesan heya niha canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Contedi konferanseke rojnamevanî de dorpêçkirina hemû navçeyên ku vîrûs lê belav bûye ragihand, qedexe kir xelk bê destûr derbasî wan navçeyan bibe û ji wan derkeve.

Herwiha dibistan, kompanî û hemû çalakiyên giştî weke festîval, werziş û geştên dibistanan hatin rawestandin.

Di heman demê de biryar bû çend lîstikên futbola xula Sêrî A ya Îtalyayê, weke lîstikên Inter Milan - Sambdorya, Verona-Kalyarî û Atlanta Sasolo bêne lîstin, lê ew jî hatin paşxistin.

Navçeya sereke ya ku li Îtalya vîrûs lê belav bûye, bajarê Kodonyo ye, 60 km dûrî Mîlano ye, navçeyeke din ya sereke bajarokê Fo Yoganyo ye ku yekem Ewropî û Îtalî li wir ji ber Korona canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst