Li Tirkiye û Bakur bihayê dermanan ji sedî 12 giran dibe

23-01-2020
RÛDAW
Nîşan Tendirustî Tirkiye Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê dermanan ji sedî 12 bê girankirin. Bazara di navbera Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê û kompanyayên derman jî de berdewam e. Kompanyayên derman ji ber li benda girankirina 19ê Sibatê ne dermanan di depoyan de kom dikin.

Her çiqas Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca bibêje ku 'li bazarê krîza derman nîne' jî, lê dermanê şewbê jî di nav de li bazarê nêzîka 120 dermanan nayên peydakirin. Tê çaverêkirin ku 19ê Sibatê bihayê derman ji sedî 12 bê girankirin.

Her sal meha Sibatê Komisyona Nirxandina Biha ya ser bi Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bihayê dermanan nû dike. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ku enflasyon zêde dibe û dovîz bilind dibe, kargeh ji meha Mijdarê ve dermanê ku didin dermanxane û depoyan kêm dikin.

Sala 2019an bihayê derman ji sedî 26.4 hatibû girankirin. Îsal jî tê çaverêkirin ku herî kêm ji sedî 12 girankirin. Li gor agahiyên hatine belavkirin, Sibata 2020 bihayê derman ji sedî 12 tê girankirin û Wezareta Tendirustiyê jî hewl dide kompanyayan bi vê rêjeya ji sedî 12 razî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst