Li Amedê rêjeya vaksîn wergirtinê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Odeya Pizîşkan a Amedê Elif Turan, diyar kir ku di encama kampanya tê birêvebirin de rêjeya kesên doza yekem a vaksîn wergirtine gihiştiye ji sedî 63 û rêjeya kesên doza duyem wergirtine bûye ji sedî 41 û zêdebûna wergirtina vaksînê hejmara pêketiyên Coronayê jî kêm kiriye.

Piştî rakirina tedbîrên Coronayê, bi taybetî destpêkirina perwerdehiya rûbirû hejmara pêketiyên Coronayê li Amedê zêde bû û bi armanca rêgirtina vê yekê kampanya vaksîn wergirtinê hat destpêkirin. Li gor amarên dawî rêjeya kesên vaksîn werdigrin her diçe zêde dibe û li bajêr hejmara pêketiyên Coronayê û kesên jiyana xwe ji dest didin jî kêm bûye.

Li gor zanyariyên Odeya Pizîşkan a Amedê ji 6ê Îlona 2021ê ve ligel destpêkirina perwerdeyê û heta niha li zêdeyî 20 polan ji  ber pêketiyên Coronayê perwerde hatiye rawestandin û tê gotin ku bi armanca kêmkirina pêketiyan divê hejmara xwendevanên polan were kêmkirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Koardînasyona Pandemiyê ya Civaka Sîvîl ku hejmareke partiyên sîyasî û rêxistinên civaka sîvîl li xwe digre 28ê Temûza 2021ê kampanya bi navê “Vaksîn wergirtin berpirsiyariyeke civakiye” dabû destpêkirin.