Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derman buha bûne

22-01-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derman buha bûne
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derman buha bûne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Buhabûna derman li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gihiştiye astekê ku gelekî ji dahat û karîna darayî ya xelkê zêdetir bûye.

Ev çend roj in, nirxê derman li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê giran bûye, ya jê nebaştir ew e ku dermanxaneyek bi kêyfa xwe derman buha dike, kontrol li ser tune ye.

Dermansazê ji bajarê Qamişlo Selah Remo ji Rûdawê re dibêje, ku nirxên dermanan li gorî curên xwe ji  %30 heta %100 giran bûye. Hemwelatî jî gazinan dikin û dibêjin barê wan gelekî giran bûye û daxwazê ji aliyên berpirs dikin, ku sînorekî ji vê buha bûnê re daynin.

Dermansazekî din jî, diyar dike ku, buhabûna derman gelekî ji dahata welatiyan bêhtir bûye û daxwazê ji aliyên pêwendîdar dike, çareyekê ji vê rewşê re bibînin.

Nişteciyeke Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêje, tevî buhabûnê, ew neçar in derman bikirin, weke çawa ku gelek pêdiviyên din hene. Lê ev rewş bargiraniyê li ser wan dirust dike.

Welatiyekî din ji Rûdawê re dibêje, tevî hejariya ku berê heye, buhabûn jî rewşê bêhtir têk dide.

Buhabûna derman di demekê de ye, piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê hejar û kêmdahat û kêmderamet in.

Beşê gelek ji wan, ne mûçexwer in, ango dahata wan li ser karê rojane ye, bi awayekî ku di mehê de, nagihêje 100 hezar lîreyên Sûrî, eger kar hebe, ew jî dike kêmtir ji 15 dolaran.

Fermanberên saziyên hikûmetê jî, di navbera 37 hezar û 600 lîreyên Sûrî û 663 hezar lîreyên Sûrî de, ku dike derdora 5 heta 99 dolarî, di mehê de, mûçe werdigirin.

Fermanberên saziyên Rêveberiya Xweser jî, di navbera 370 hezar lîreyê û 900 hezar lîreyê de, ku dike derdora 55 heta 133 dolaran, mûçe werdigirin.

Ev cudabûn di navbera dahatê û nirxan de, ziyan û bargiraniyeke mezin ji welatiyan re dirust dikin, ew jî ji ber vê yekê dinalin û gazinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst