Dr. Azad: Gelek nexweşî di nav zarokên Efrînê de belav bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Tendirustî ya Kampên Şehba dibêje; di nav zarokên koçber ên Efrînê de gelek nexweşî derketine û hejmareke mezin ji kesên di ser 50 salî re bê ku sedem bê xuyakirin, jiyana xwe jidest didin.

 

Endamê Komîteya Tendirustî ya Kampên Şehba Dr. Azad Sebrî, ku ew bi xwe ji Efrînê ye û niha li kampên Şehba dimîne, ji Rûdawê re daxuyakirin, ku nexweşxaneyek li nav koçberên Efrînê hatiye avakirin.

 

Dr. Azad Sebrî da zanîn ji ber ku dever dorpêçkirî ye, derfetên wê nexweşxaneyê gelekî kêm in û nikare alîkariya tevahiya nexweşan bike.

 

Sebrî wiha got: “Ji ber dorpêçê tiştek di destê me de nema. Alîkarî ji me re nedihat, têne ji aliyê Cizîrê ve hinek alîkariya kêm dihat. Me niha li wê derê nexweşxaneyek vekiriye. Ji ber ku derdora me girtiye em nikarin pewîstiyan pêk bînin. Niha di nav gel de nexweşî belav dibin. Mirov di navbera 50 heta 70 saliyê de zû dimirin. Heta niha me sedema vê nezaniye”