Zêdekirina bihayan jî bo krîza derman nebû çareserî

21-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, pirsgirêka nebûna derman li dermanxaneyan berdewam e.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji ber bihayan û pirsgirêkên dermanxaneyan di serî de antîbiyotîk, êşbir û dermanên sermayê li gelek dermanxaneyan peyda nabin û yên heyî jî hêdî hêdî diqedin. Sektora dermanxaneyan herî dawî 27ê Mijdara 2022ê li Enqerê xwepêşandanek kiribûn û daxwaza nûjenkirina nirxê euro bo kirîna derman kiribûn.

Li ser nerazîbûna sektora derman bihayê derman ku her sal di meha Sibatê de tê nûjenkiririn, du mehan pêş de hat nûjenkirin. 14ê Kanûna 2022ê biryara nûjenkirina nirxê euro yê sabit bo derman di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarê her nirxekî euro bo kirîna derman %36.77 hat zêdekirin û bû 10 lîre 75 quruş.

Lê zêdekirina bihayê derman jî pirsgirêka derman çareser nekir. Di serî de antîbiyotîkên zarokan li bazarê gelek derman peyda nabin û welatî ji dermanxaneyan bi destê vala vedigerin. Qeyran her diçe kûrtir dibe. Yekitiya Pizîşkên Tirk, derbarê krîza derman de bi seranavê “Dermanê hûn lê digerin peyda nabe” daxuyaniyek belav kir.

Yekitiya Pizîşkên Tirk dibêje: “Li Tirkiyê êdî peydakirina derman û kirîna derman gelekî zehmet e. Nexweş di navbera bihayên derman û nebûna derman de neçar mane. Hinek dermanên pir cur ku berê ji aliyê saziyên hikûmî ve dihatin berhemanîn, kirin qurbaniyê berjewendiyên kompanyayên taybet ên xwecihî û navdewletî. Kompanyayên taybet jî ku derman berhem tînin, an bihayan zêde dikin û dema pêwîst dike derman nadin bazarê yan jî nexweş bihayên zêde ji kîsê xwe didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst