Li Bedlîsê ji guhê zaroka 3 salî 23 kurmik hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji guhê zaroka 3 salî 23 kurmikên mêşan hatin derxistin.

Malbata wê keçika 3 salî, ew ji ber xwîn û êşa guh bir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

Bijîşka Nexweşiyên Guh, Poz û Qirikê Operator Gamze Ozturkê zarok miayene kir.

Di pişkinînê de kurmikên meşan hatin dîtin.

Di encama midaxeleya bi derman de kurmikên di guhê zarokê de hatin paqijkirin.