Li Êlih, Sêrt û Çewligê di beşên çavdêriya hûr de pêketiyên Coronayê nemane

21-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih, Sêrt û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê di beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyan de pêketiyên Coronayê nemane û li van parêzgehan hejmara pêketiyên Coronayê gelek kêm bûye.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di encama xebatên derzîkirinê de hejmara pêketiyên Coronayê kêm dibin.

Rêveberê Tendirustiya Sêrtê, Erol Emre Omur  dibêje, “Li Sêrtê heta îro nêzîkî 50 hezar kes bi Coronayê ket. Mixabin 420 welatiyên me jî canê xwe jidest dan. Lê îro li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê tenê 3 nexweşên Coronayê hene. Di beşên çavdêriya hûr de nexweş nemane. Li tevahiya parêzgehê tevî nexweşxaneyên taybet 14 pêketî li nexweşxaneyan hene. Pêketiyên me yên rojane jî ketine binî 10an, 5,6,7 kesan. Ez hêvî dikim di nêzîk de pêketiyên me namînin.”

Rêveberê Tendirustiya Êlihê Hakan Pamukçu got: “Piştî xebatên du salan li beşên çavdêriya hûr ê nexweşxaneyan pêketiyên Coronayê neman. Hejmara rojane yên pêketiyên Coronayê jî heta 10an daketin.”

Rêveberê Tendirustiya Çewligê Mehmet Emin Gundogdu jî dibêje, 3 mehên hejmara pêketiyên Coronayê bi awayekî berdewam dadikevin.

Mehmet Emin Gundogdu got: “Li Çewligê li beşên çavdêriya hûr ê nexweşxaneyan pêketiyên Coronayê neman. Hejmara pêketiyên li nexweşxaneyan jî gelekî kêm in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst