Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar kesan bi sorikê ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên ku Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê pêşkêşî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî kirine, di 5 mehên destpêkê yên 2023an de li wî welatî hejmara kesên bi nexweşiya Sorikê ketine gehiştiye zêdeyî 2 hezar kesan. Lê tê pêşbînî kirin hejmare zêdetir be, lewra daxwaz tê kirin ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber wernegirtina vaksînê, koçên bê kontrol û vaksînên ku bandora wan lawaz e her diçe hejmara kesên bi nexweşiya sorikê dikevin zêdetir dibe û metirsî heye demsala zivistanê ew nexweşê zêdetir berbelav bibe.

Baskê Pizîşkên Malbatê ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) dibêje bi taybetî li bajarên wek Stenbul, Bursa, Enqere, Îzmir, Edene, Manîsa, Mugla û Zonguldakê yên Tirkiyê û Semsûr, Amed, Erzerom û Wan ên Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi nexweşiya sorikê ketine zêde bûye û 2 hezar kes derbas kiriye.

Pizîşk di vê derbarê de nîgeraniya xwe tînin ziman û ji Wezareta Tendirustiyê daxwaz dikin ku tedbîrên bilez bên wergirtin û dibêjin: “Ligel vebûna dibistanan eger heye ew nexweşî zêdetir belav bibe.”

Baskê Pizîşkên Malbatê ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: "Li gor rapora ku Wezareta Tendirustiyê pêşkêşî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî kiriye, li Tirkiyê di 5 mehên destpêkê yên îsal de hejmara kesên bi nexweşiya sorikê ketine gehiştiye 2 hezar û 51 kesan. Ji meha Çile ve hejmara kesên bi sorikê ketine zêde bûye. Di mehên havînê de hinekî kêmtir bû, lê em pêşbînî dikin zivistanê dîsan hejmar zêde bibe."