Sedemên penceşêrê çine?

20-07-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw/Saglik.im) – Heta niha bi awayekî eşkere sedemên penceşêrê nayên zanîn, fakterên tirsnak ên penceşêrê vedigerin ji bo şêwazên jiyanê, temen, regez û hinek bûyerên hatine serê malbatê. 

Sedemên penceşêrê:

-Cixareve kêşan û vexwarina meyê.

-Demek dirêj di bin rojê de man.

-Gelek tîrêja X Ray wergirtin.

-Maddeyên kîmyayî yên weke, benzîn, qetran û hwd...
-Hinek vîros.

-Pîsbûna hewayê. 

-Xwarin û vexwarinên pîs

Hinek cûreyên penceşêrê:

-Penceşêra memikê

-Penceşêra prostat

-Penceşêra gedeyê (mîde)

-Penceşêra rahimê

-Penceşêra roviyên stûr

Bi xwe bibe pijîşkê xwe

-Ji nexweşiya penceşêrê netirse, divê wêrekiya te bilind be. Ji ber tirs dibe asteng ku tu biçî gel pijîşk.

-Tenê pijîşk dikare biryarê derbarê nexweşiya te de bide.

- Dema nîşanên penceşêrê diyar dibin, divê di demekî herî kurt de serdana pijîjk bikî. 

-Salê carekê ji bo testê serdana pijîşk bikin. 

-Em ji bîr nekin ku başbûna penceşêrê heye û çendî zû bê destnîşankirin, başbûna wê zêdetir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst